Piştî 2. Konferansa Yekîneyên Jinên Azad-YJA'yê, Koma Jinên Bilind-KJB jî 4. Kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de, parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên dawî, weke Manîfestoya Jiyana Azad hat qebûlkirin. 4. Kongreya KJB, di navbera 25-28 Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin. 150 delegeyên ji rêxistinên girêdayî KJB'ê, PAJK, YJA, YJA Star, Komelên Ciwan û rêxistinên jinan yên çar aliyên Kurdistan û derveyî welat tevlî kongrê bûn.








