
Xapandina dewleta tirk a dagirker û bi taybet durûtiya AKP, divê hemû kes bizanin û
bi taybet jî ciwanên kurdan vê baş zanibin. Her cara ku dewleta faşîst û aktorên wê
hukumeta AKP yê ji bo xapandina kurdan û cîhanê virekê dikin, gotina Nurî Dêrsimî tê
bîra min. Ez hêvîdarim ku ev gotin tu carî ji bîra me neçê. Gotina ku dibêje, ‘‘soza
herî ku divê jê neyê bawerkirin soza tirkan e.’’ Ciwanên kurdan pêwîste vê peyamê
baş bixwînin û li gorî wê xwe ji şer û cengên pêşe rojê re amade bikin.
Hukumeta AKP zêdeyî salekê ye ku bi navê çareseriya pirsgirêka kurd dinyayê
dixapîne. Pêşî got pirsgireka kurd, pişt re got pirsgireka demoqretîk û herî dawî jî
got, projeya hevgirtina nijdî (milî). Serokwezîr û berdevkên hukumetê ji TV û
rojnamanan re digot, em ê vê problamê çareser bikin.
Lê li aliyê din jî, êrîş dibir ser zarokan û zêdeyî 4000 zarokên kurdan girtin. Bi
tawanên herî giran di dadgeha antî “terorê” de (dadgeha ku mezin tê de têne
dadkirin) zarokên kurdan têne dadkirin.
Girtina zarokan dilê dewlet û hukumeta faşîst rihet nekir. Vê cerê berê xwe dana
pêşengên civaka kurd û zêdeyî 2000 siyasetmander û ronekbîrên kurd girtin. Ev nêzîkî
salekê ye ku girtine, lê hê jî dernxistine pêşberî dadê. Armanc ewe ku kurdan bê
qedro bihelin.
Dîsa terefê kurd ji bo ku pêşî li çareseriya kurd vêke du kom şandine tirkiye. Yek
ji çiyê û yek jî ji kampa Mexmurê hatine tirkiyê. Pêşî ne dewletê û ne jî hukumeta
AKP yê tiştek negot û kes negirt. Lê piştire di derbarê hemû kesên ku hatine de dad
vekirin. Ji yên ku ji çiyê hatine re 20 û ji yên ku ji Mexmurê hatin re 15 sal
zîndanê dixwazim.
Ya din jî problama Mamoste Medya ye ku bênirxiya soza tirkan tînê bîra mirov.
Hukumeta dewleta dagîrkar ji bo ku bikevê yekîtiya Ewrupa got ku zimanê kurda azade
kî bixwazê dikarê fêrî zimanê xwe bibe. Kurdan ev derewên hukumetê dizanînin û
dizanîn ku ji bo xapandina kurdan û Ewrupiyan ev peyvên hukumetê.
Dewletê destûr nedan ku zarokên kurdan bizimanê xwe perwerdê bibînin û ne jî
dihiştin ku çapemeniya kurdî azadî werê weşandin û belavkirin. Ji bo ku zarokên
kurdan bi zimanê kurdî perwerdê bibînin, kurdan pir caran serî li dezgehên fermî
dan. Lê her serlêdan bêbersiv dima. Mamoste Medya keçeka Kurd a deh salî, mecbûr ma
ku di mala xwe de zarokên kurd fêrî zimanê kurdî bike. Lê dewleta faşîst ev ji
zarokên kurdan re pir dît û dad li Mamoste Medya vekir. Ji bo ku zimanê kurdî fêrî
zarokan kiribû odaye ku tê de ders dida ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Nijdeperestên faşîst ji perwerda zaroka 10 salî re tehmûla nekirin û dawe di derheqê
Medya kurd de vekirin.
Ev hemû gotinên gorbihuşt Nurî Dêrsimî pişt rast dikin.
Ev dewlet û hukumet tiştekî nadê kurdan ji bilî mirinê û zîndankirinê pêve. Riyek li
ber kurdan ma ye, bi taybet li ber ciwanên kurdan ma ye ew jî riya çiyayan e. Ji
serhildanê pêve riyeke din tun ye.
Da rabin ser xwe ciwanên kurdistan rabin û ji derewên vê hukumetê bawer nekin..
Ji bo demek kin bi mînin di xweshyê de.








