
KJB, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di 13’emîn şahedeta Zîlanê de wê bibîrtinin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di sala 1996’an de li hemberî Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konsepteke îmhayê pêk hat, lê Zîlan bi çalakiya xwe li dijî wê konseptê derket û daxuyanî wiha dom kir: “Em carek din soza xwê li hemberî Zîlan, Sema û Gulanê nû dikin. Em bangî jinan dikin bila di xeta Zîlanê de ji bo jiyaneke azad tevli têkoşînê bibin.”
Koordînasyona PAJK’ê jî di daxuyaniya xwe a nivîskî de da zanîn ku di 30’ê Hezîranê ji bo jinan û Têkoşîna Azadiyê îfadeya derketinê ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di sala 1996’an de dixwestin Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmha bikin û daxuyanî wiha hate gotin: “Zîlan li dijî îmhayê çalakiya fedaî pêk anî. Çalakiya Zîlanê mezintiya azadiyê nîşan dide. Me sala 2009’an wekî sala azadiya Ocalan îlan kir. Me konferansa xwe ya 7’emîn di vê çarçoveyê de pêk anî. Her wiha Zîlan îfadeya bibîryarbûna meye. Wekî Tevgera Jinan di xeta Zîlan de Rêberê xwe azad bikin, ji bo gel jiyaneke demokratîk biafirînin, di nav sînorên serdest de vîna jinê derxin holê. Em bangî jinan dikin bila wekî Zîlan têbikoşîn û asengiyên li hemberî têkoşîn ji holê rakin.”
Sembola tekoşîna azadiyê
Zeynep Kinaci (Zîlan), di sala 1972’an de li gundê Mamurek (Elmali) ya Meletî hate dinê. Zîlan, ji zanîngeha Înonû ya Meletî ji beşa rehberî û şêwirmendiya dêrûnasîyê mezûn bû û berî ku tevlî nav refên gerîlla bibe, li nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê xebitî. Dema ku li lîseyê dixwend, bû xwediyê nêrînên çep û eleqeya wê ya ji bo kurdîtiyê zêde bû. Lê belê Zîlan di vê demê de nêzî ti rêçê nebibû. Di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji PKKê re pêşket.
Zîlan, di sala 1994’an de li Edenê dest bi meşandina xebatên girseyî kir û di sala 1995’an de tevlî nav refên gerîlla bû. Zeynep Kinaci ango Zîlan, di 30 hezîrana 1996’an de li meydana Komarê ya li Dêrsîmê li hemberî leşkerên Tirk ku merasîma Al’ê dikirin, çalakiyeke cangorî pêkanî û bi vê çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de bû yek ji sembolên Tekoşîna Azadiyê.
ANF / BEHDÎNAN







