Îsal emê dara sersala xwe ,zengilê te jî pêvekin,
Dara sersala me ji zengilan,ji dara Îsayê pêxember jî girantir bû.
Bejna wê ji minara muhemedê jî bilnd tir bû.
Şaxên wê ji şiva Mûsa jî dirêj tir bû.
Rehên wê ji ko silên jî kevintir bû.
Rojek ji rojan azadî xwe ne guhrtîye,herdem di tûrikê sitemkar û koledaran deye,
Azadî kiryareke li dijî binpêkirina mirovan li dij mirovane.
Azadî kiryareke li dijî hovîtîyê li dijî xwînmijyê li dijî zulim xwînxwarîyê.
Azadî rastîyeke bi du riwane,Riwê yekem tu wî dibînî ew jî azadîya teye.Riwê duyemîn jî azadiya yê dine ew te dibîne.Dozdarê azadîyê.têkoşere,şoreşgere,û Pakrewan. Pakrewan ewe yê ko bi mirinê pişta mirinê dişkîne,Pakrewan ewe yê ko ayeteke nûye, ji nav mirovan jibo minrovan dadikeve.Pakrewan birûskeke êzingê ter dişewitîne.Pakrewan naveke hemû mirovhez wî dixwîne,Tenê li nav pakrewanan wek hevî heye Şehîd kefen diçirîneQatekî ji xaka welatLi bejna xwe dijdîneDi şevên pîroz deXatir ji gorê hiltîneDilopên xwînêJi ser latan dicivîneLi perê kevokêGuleke sor dineqşîneHerdem di tengaya gelanMafperwere bi afrîne
Her ew dijîn ewin evîn
Şehîd Yezdanin nebên kîne
Jobo gelan her mefere
Bejin berzeTacek ji rokê li sereGav mezine hilm ziryaneWekniyên av jêdereJîn û jiyan pêşde dibeTiştê ne pak ew dughereŞehîd eveAzadxwaz maf perwereÇemê jînê diherikeEw kaniyên av jêdere
KERÎMO







