
Li dijî zextên dewleta Sûrî yên li girtîgehan, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PYD'ê ket roja xwe ya 5.
Girtiyan da zanîn ku heta daxwazên wan bi cih werin û zext werin rakirin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.. Li girtîgeha Edrayê ya li paytext Şamê, 300 girtiyên Kurd yên rastî zext û kirinên keyfî yên rêveberya girtîgehê tên... Ji ber vê çendê, girtiyên ji doza PKK'ê û PYD'ê roja Îna bihûrî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kirin...Di derbarê mijarê de, Meclîsa PYD'ê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya bi çalakiya girtiyan re destnîşan kir. PYD'ê bang li rayedarên dewleta Sûrî kir da ku demekê berî ya din, bersiveke erênî bide daxwazên girtiyan û dawiyê li zextên xwe bîne.
Di daxuyaniyê de, her weha bang li rêxistinên mafê mirovan jî hat kirin ku destekê bidin têkoşîna girtiyên Kurd yên siyasî...







