Hêza me heye em bi dehê salan li ber xwe bidin

E-mail Ji bo çapkirinê PDF

Ajansa Nûçeyan a Frasayê AFP çû herêmên parastina Medyayê û serokê bi Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan re hevpeyvînek pêk anî.

Karayilan bersiv da pirsên yek ji ajansa herî mezin a cîhanê AFPê û wiha got: "Hukûmeta Tirk dixwaze Kurdan û civaka navneteweyî bixapîne. Hukûmeta AKPê ti carî ji dil nexwest ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Şanogeriyê dike."

Karayilan got, eger dewletê bixwesta sîleh wî di rojekê de bêdeng bibûna. Mûrat Karayilan reformên li tirkiyê hatî kirin, bi mebesta xapandinê û seresere bi nav kirin û weha axivî: Zêhniyet li her deverî wek hev e: Redkirina nasnameya Kurdan, weke muxateb qebûlnekirina gelê Kurd.

Karayilan nerazîbûna xwe ji xetên sor ên hukûmeta Tirk re jî anîn zimên û got: Serokê vê serhildanê Abdullah Ocalan e, heta ew azad nebe Kurd azad nabin."

Di rêya ber bi aştiyê de du şertên xwe jî Karayilan weha rêz kirin: Derhal rawestandina operasyonan û destpêkirina diyalogekê di navbera hukûmetê û nûnerên aliyê Kurd de. Karayilan got, ti hevdîtinên bi dizî çênebûne û got, dikarin bi rêberê me Ocalan re diyalogê bikin, ev nebe dikarin werin bi me re rûnin, ew jî nebe DTP weke partiyeke siyasî di Parlemana Tirkiyê de ye, bila hevdîtinan pê re pêk bînin.

Karayilan hişyarî da û got: eger pêvajo bi vî rengî pêş nekeve jî hêza wan heye bi dehan salan li ber xwe bidin.

Nûkirina dawîyê ( TUESDAY, 03 NOVEMBER 2009 16:32 )  
Albûma Wêneyan


English


Arabic

Malpera me ya nû çawa ye?
 

Copyright © 2009 P Y D. Hemû mafên bikaranînê parastîne.