Bi hêceta 'koster xirab bû' nehêlan parêzer biçin Îmraliyê

E-mail Ji bo çapkirinê PDF

 

Awirên raya giştî ya Tirkiyê, zîvirîne ser nexşeya rê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji ber vê çendê, hevdîtinên bi parêzerên wî re bi baldarî tên şopandin. Lê hevdîtina îro, weke hefteya bûrî, dîsa hate astengkirin. Bi bahaneya 'koster xirab bû' parêzer nebirin Îmraliyê.

Ocalan, di hevdîtina xwe ya hefteya bûrî de, gotibû ewê nexşeya rê ya çareseriyê bigehîne vê hefteyê. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtina xwe ya asayî, îro çûn Gemlîk'ê. Ji parêzeran Omer Guneş, Servet Demîr, Cengîz Çîçek û Mehdî Tuzun, piştî formalîteyên li fermandariya cendermeyan, bi keştiya Tuzlayê, ber bi Îmraliyê ketin rê. Lê piştî saetekê, parêzer ji nîvê rê hatin vegerandin.

 

Hêcet jî dîsa yek ji yên hercar bû: 'koster xirab e ye.' Piştî vê rewşê, parêzeran ji bo hevdîtin roja înê pêk bê, serî li dozgeriyê dan.

Hefteya bûrî jî, parêzeran roja çarşemê nekarîbûn hevdîtinê pêk bînin û piştî serlêdana wan, roja înê hevdîtina bi Ocalan re pêk anîbûn. Ocalan, di wê hevdîtina xwe de gotibû, min nexşeya rê temam nekiriye, lê di nava heftiyekê de, dibe ku ez temam bikim.

 

Ocalan, di hevdîtina xwe ya hefteya bûrî de gotibû di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ev pêvajo qasî ya sazkirina komarê girînge. Ocalan diyar kiribû ku wê komar niha demokratîk bibe û civaka demokratîk were sazkirin.

 

Ocalan, modela çareseriyê jî wiha îfade kiribû: "Dewlet wê hebe, li aliyê din jî wê netewa demokratîk a Kurd hebe. Kurd wê hebûna dewletê nas bikin, qebûl bikin. Dewlet jî wê hebûna netewa Kurd a demokratîk nas bike û qebûl bike. Bi vî rengî wê di nava rêde bigihin hev û li hev bên. Têgeha min a çareseriyê bi kurtî eve. Hemû mijarên din, li pey vê tên. Ev sazkirina civaka demokratîk e. Ango demokratîkbûna civaka sivîl e. Paşê heger dewlet bixwaze, dikare li her derê ala xwe bilind bike, xizmetê bibe her derê û hindekariya tirkî bike. Lê pêşiya Kurdan wê bê vekirin. Pêşiya rêxistinbûna Kurdan wê bê vekirin. Kurd ê weke neteweyeke demokratîk hebûnê bi dest bixin. Kurd wê spora xwe, perwerda xwe, rêxistina xwe ya olî, meclîsa xwe, şaredariya xwe, heger bikare wê bi xwe birê bixin. Hêzekî parastinê ya ku bikare îhtîlaf û pirsgirêkên navxweyî çareser bike jî wê hebe. Yanî Kurd wê xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin.

 

Di vê navberê de, parêzerên Ocalan, ragihandin ku nûçeyên derbarê cihê eşkerekirina nexşeya rê ya Ocalan de derketine, ji rastiyê dûr in. Parêzeran derbarê mijarê de agahî dan DÎHA'yê û gotin: ''Eger pêwîst bike, derbarê cihê civîna çapemeniyê ya ji bo eşkerekirina nexşeya rê ya Ocalan de, emê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.''
 
Albûma Wêneyan


English


Arabic

Malpera me ya nû çawa ye?
 

Copyright © 2009 P Y D. Hemû mafên bikaranînê parastîne.