KCK:"Gerîlla wê ti carî çeperên xwe bernede"

E-mail Ji bo çapkirinê PDF

KCK, bal kişand ser pîlanên tesfiyekirina tevgera wan. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, pîlana têkbirinê ya beriya çend salan, niha dixwazin bi destê Serokê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel dîsa bixin rojevê. KCK, da zanîn ku li dijî van hewldanan, gerîlla wê ti carî çeperên xwe bernede.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, diyar kir ku pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an di warê siyasî û eskerî de, encamên serkeftî derxistine holê û rê li ber pêvajoya siyasî vekiriye. KCK'ê, ji bo ev pêvajo veguhere çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd, ji her beşê civakê xwest ku bi berpirsiyarî tevbigere. KCK'ê bal kişand ser hewldanên dayreya şerê taybet yên ji bo astengkirin û sabotekirina pêvajoyê.

KCK'ê, di vî warî de, Serokê Giştî yê  HAK-PAR'ê Bayram Bozyel weke mînak nîşan da û weha got: "Balkêşe, beşê şerê psîkolojîk yê daîreya şerê taybet, vê carê jî, Bozyel ê xwe weke siyasetmedarekî Kurd binav dike, weke piyon bikar tîne. Daîreya şerê taybet beriya vê bi 6 salan, konsepta tinekirina tevgera azadiyê pêşxistibû, lê belê ev pîlan ji aliyê qehremanên gelê Kurd ve hatibû pûçkirin. Niha careke din hewl didin vê konseptê bi destê vî kesî bixin rojevê. Ev mijareke girînge û divê li ser were rawestandin.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de, li dijî pîlanên tesfiyekirinê, helwesta xwe weha anî ziman: 'Divê ew kesên ku xwe bi erzanî bazar dikin û helwestên ne wêrekî nîşan didin û hêzên li pişt van kesan jî baş zanibin ku îro gerîllayên azadiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê deverên herî stratejîk bi destê xwe xistine û ti hêz wê nikaribe wan çeperan ji destê gerîllayan bistîne. Ev çeper bi xwîna 20 hezar qehremanî hatine bi destxistin. Heta ku projeyek çaresriyê û aştiya mayinde neyê bi cîhkirin, gelê Kurd azadî û wekheviyê bi dest nexe, wê ev çeper neyên berdan."

KCK, li hemberî vê rastiyê, hewldanên ku di çarçoveya şerê psîkolojîk de têne kirin  weke hewldanên pûç binav kir û kesên van pîlanan birêve dibin jî, weke yên reben nîşan da. KCKê da zanîn ku gelê Kurd û derdorên demokratîk, wê li dijî van hewldnanan ti carî stûyê xwe netewînin..

Di daxuyaniyê de, ji bo gelên Kurd û Tirk karibin bi awayekî azad û demokratîk bi hev re bijîn, ji her kesî hat xwestin bi berpirsiyarî tevbigere.

KCK derbarê kampa Mexmurê, zextên dewleta Fransayê ya li Kurdan dike û şewitandina daristanan de jî, nirxandin kirin. Di daxuyaniyê de, radestkirina penaberên Wargeha Mexmûrê bi darê zorê, weke siyaseteke qirêj û durûtî hat binavkirin.

KCKê ji dewleta Fransayê jî xwest ku dawî li zextên xwe yên li ser Kurdan bîne. Li aliyê din hat gotin artêşa Tirk şewitandina daristên Kurdistanê, ji xwe re kiriye armanc. Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê di daxuyaniya nivîskî de li ser valakirina Wargeha  Mexmurê bi darê zorê jî nirxandin kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser statuya wargehê a navneteweyî heye û hat gotin, bi darê zorê dixwazin şêniyên wargehê radestî Tirkiyê bikin. KCK di vê çarçoveyê de rewa dîtina vê rewşê ji aliyê hin hêzên Kurdan ve weke siyasetên durû bi nav kir û got, bi vî awayî wê qanûnên navneteweyî bêne binpêkirin. KCK'ê bang li rayedarên Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî kir da ku li gorî qanûnan tev bigerin û bêyî ku Kurdan bikin qurbanê siyasetên qirêj, xwedî li wezîfeyên xwe derkevin.

KCK di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîş û zextên dewleta Franseyê li ser gelê Kurd dike. KCK'ê li dijî dewamkirina van zextan, nerazîbûn nîşan da, çalakiyên gelê Kurd li vî welatî silav kirin ê da zanîn ku ew destekê didin tekoşîna gel.

Di axuyaniyê de weha hat gotin: "Hemu Kurdistaniyên li Ewrupayê dijîn, divê li dijî van neheqiyan bê deng nemînin. Em bang li dewleta Fransayê dikin da ku dawiyê li zext û êrişên xwe yên li ser Kurdan bîne û destekê nede terora dewletê ya li ser gelê Kurd."

KCK destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze xwezaya Kurdistanê tinebike. Di daxuyaniyê de tê gotin ku di serî de li çiyayê Cûdî û Bestayê li gelek deverên Kurdistanê qirkirina ekolojiyê tê kirin, daristan, çiya û sewal jî dibin armanca tinekirinê.

KCK di dawiya daxuyaniya xwe de, weha bang li saziyên humanîter û parêzvanên hawîrdoriyê kir: "Li dijî tinekirina xwezayê, em bang li hemu hawirdorparêz, humanîterên ku mafên jiyanê yên hemu jîndarên li ser rûyê erdê diparêzin û derdorên demokrat dikin da ku li dijî vê qirkirinê tekoşînê bimeşînin. Artêşa Tirk bi balafir, helîkopter û bi topên taybet, xwezaya Kurdistanê û hemû jîndarên li ser bi armanca tinekirinê dişewitîne. Divê li dijî vê yekê hemu aştîxwaz, heywan parêz û hawirdorparêz dengê xwe bilind bikin û xwedî li wezîfeyên xwe derkevin. 

 

Nûkirina dawîyê ( MONDAY, 10 AUGUST 2009 12:28 )  
Albûma Wêneyan


English


Arabic

Malpera me ya nû çawa ye?
 

Copyright © 2009 P Y D. Hemû mafên bikaranînê parastîne.